Bajarên Kurdistanê-Erdêxan

Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 26.12.2010, 00:12
deqdan: blue.gifblue.gifbluehalf.gif  (5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Bajarên Kurdistanê-Erdêxan
hatin şopnadin: 1670
ziman:


ardahan.jpg

Erdêxan an jî Erdêhan (tr: Ardahan) bajarekî li Tirkiyeyê ye. 

A rastî bajar û parêzgehekî Bakurê Kurdistanê ye. Lê hin ronakbîrên kurd, wê wekî bajarekî tirkan didin nasandin.

Tabloya Naverokê

 [veþêre]


Dîrok

Dîroka Erdêxanê heya b.z. 753 aþkera ye. Keyserê Ûrartûyan Sartûr ev herêm kiriye bin desthilatdariya xwe. Herêm nêzîkî Qefqazê ye. Ji ber wê gelekî car Erdêxan tûþî êrîþan hatiye. Gurcîîranîûris hwd gelek caran herêm xistine bin kontrola xwe. Beriya avabûna Komara Tirkiyêniþtecihên herêmê 90% kurd bûn. Herêm di sala 1479'an de cara yekemîn ji aliyê osmaniyan ve hatiye dagirkirin. Osmaniyan misilman û TirkênAsyaya Navîn anîne li vir bicihkirine. Lê herdem hejmara kurdan zêdetir bûye. Di sala 1855'an de dewleta Osmanî zagonek derxistiye û dest daye ser hemî milkên ermeniyan. Gelê ermenî herdem li dijî barbarîzma Tirkan serî hildaye. Di Terteleya Filehan de, bi tevayî ermeniyên herême hatine qirkirin û koçberkirin. Herêm gelekî caran bûye qada þerê ermenî û tirkan, osmanî û ûrisan, osmanî û gurciyan, osmanî û îraniyan û kurd û tirkan. Di Serhildana Agiriyê de kurdên herêmê alîkariyeke mezin dane Îhsan Nûrî Paþa. Heya sala 1923'an Erdêxan herdem bûye kelema pêþ çavên tirkan. Piþtî þikestina serhildanên Kurdistanê dûgela Tirk polîtîka piþavtinê (assîmîlation) bi xurtî meþandin û Erdêxanê jî ji vê polîtîkayê para xwe girt.

Nifûsa navenda Erdêxanê 19.475 e. Bi tevî navçe û gundên xwe hejmara niþtecihên Erdêxanê 137.300 e. Aborî li ser çandiniyê ye. Hilberîna penêr, xwedîkirina mozhingiv navdar e. 70% ji gel li gundan dijî û radeya pirrbûna nifûsê pirr kêm e. Niþtecihên herêmê bi kurmancî diaxivin. Herwekî terekemeazerî û pirr hindik gurcî û ecem jî hene.


Navçeyên Erdêxanê


Gundên navçeya Erdêxanê (lîste ne temam e)

Navê fermî (1928)
Qeza: Erdehan
Nahiye: Erdehan (navend) 
↓
Navê kurdî yê îro↓ Navê tirkî yê îro↓
Alapala
Alakoz
Or
Olçek
Cinciroba Mezin, Biyûk Cincirob
Xarziyana Mezin, Biyûk Xarziyan
Piþnemazkom
Xopal
Degirmin, Degirminkoy
Dûdûna
Sabqare
Sarzeb
Sazara
Fexrîl
Qoce, Qocekoy
Qonzûlût
Cinceroba Biçûk, Kuçik Cincerob
Xarziyana Biçûk, Kuçik Xarziyan
Kurcî Beg
Qulebert
Lorî, Lewrî?
Yaylaciq


Erdêxan xwedî gelekî bermahiyên dîrokî ne. Dêrên Filehan ên ku hatine rûxandin, kelheyên Ûrartûyan, pire, kanî hwd gelek in.




  

berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]